Li Afrîqa Başûr teqînek pêkhat û 8 kes mirin
Li bajarê Boksburg a Afrîqa Başûr di tankerekî gazê de teqînek pêkhat û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Boksburg a Afrîqa Başûr tankerekî gazê ya di pirekî de asê mabû teqiya û li gel wê teqînê devrûberê xwe hemû belav kir. Ji herêmê re gelek tîmên agirkuj û ambulans hatin şandin û pir hilweşiya û gelek wesayît jî linavçûn.
Bi bandora teqînê ve nexwaşxaneyekî nêzîk cîhê teqînê jî ziyan berketin û berdevkê Beşa Lezgîn a Nexwaşxaneyê William Ntladî jî ragehand, di encama teqînê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek zêde ya birîndaran jî geheştine nexwaşxaneyê.
Hat ragehandin teqîn ji ber tankera gazê di pirê de asê maye û sotemenî jê çûye û di encamê de teqîn pêkhatiye.
Basnews
