• Saturday, 21 February 2026
logo

11 siyasetmedarên Kurd hatin azadkirin

Gulan Media December 22, 2022 Nûçe
11 siyasetmedarên Kurd hatin azadkirin

Dadweriya Ceza ya Tekirdagê biryara azadkirina 11 siyasetmedarên Kurd da ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de 4ê Hezîrana îsal hatibûn girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Tekirdagê di çarçoveya lêpirsîna dijî Kongreya Demokratîk ya Gelan 3ê Hezîran 2022ê biryara desteserkirina 37 kesan dabû ku di nav de endam û rêveberên HDP jî hebûn.

Piştî desteserkirinê dadgehê derbarê 29 kesan de biryara girtinê dabû û 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Duh Çarşemê 21ê Kanûna 2022ê ji wan 29 kesan 11 kes bi biryara Dadweriya Ceza ya Tekirdagê hatine azadkirin û  biryar hatiye dayîn ku 18 kesên din girtî bimînin.

11 kesên hatin azadkirin ji aliyê malbat, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin pêşwazîkirin.

Navên siyasetmedarê hatin tehliyekirin wiha ne: Huseyîn Guzel, Arîf Îsmet Yilmaz, Sadî Ozdemir, Hasan Ergul, Mehmet Bozkurt, Mehmet Alî Kozeoglu, Merve Hantekin, Gulcan Çidemlî, Saadet Firat, Gizem Kuzuk û Ceren Karaca. 

 

Rudaw

Top