Kesekî birayê xwe kuşt
Roja 20.12.2022yê bi şev li sînorê qeza Şêxan a li rojhilatê parêzgeha Duhokê, kesekî birayê xwe yê 30 salî kuşt.
Li gor zanyariyên BasNewsê li gundê Zînava kevin a li sînorê nahyeya Kelekçî ya ser bi qeza Şêxanê ciwanekî bi navê R.B yê 30 salî ji aliyê birayê xwe ve hate kuştinê.
Çavkaniyekî nêzîk cîhê bûyerê ji BasNewsê re ragehand: Bûyera îşev ji ber pirsgirêkekî civakî pêkhatiye.
Derbarê hûrgiliyên bûyerê de hîn ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
Basnews
