Berpirsekî PDKê: Valatiya ewlehiya sînorê Kerkûk û cîhên din tenê bi Pêşmerge dikare tejî dibe
Rewşa ewlehiya sînorê Kerkûkê xirabe û berpirsekî PDKê jî radigehîne ku valatiya ewlehiya li sînorê Kerkûk û cîhên din tenê dikare bi Pêşmerge tejî bibe û Pêşmerge eger venegere dê rewş herwaha xirab bimîne.
Endamê Encûmena Rêxistina Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Dr. Ferhad Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sedemê xirabiya rewşa ewlehî û berdewamiya tevgera DAIŞê ji ber wê yek ku li sînorê parêzgeha Kerkûkê heta digehe sînorê parêzgeha Diyale, beşek berçav vala ye û hêzên ewlehiyê lê nînin. Gelî û newal û beşek ji gundan jî rêxistina DAIŞê têde ye û bi taybet li sînorê Hewîce navçeyekî berfirehe û artêşa Iraqê wekî pêwîst şer nake û herwaha şaneyên razayî yên DAIŞê pir zêde ne ku hevkariya hêzên wan ên çekdar dikin.
Berpirsê PDKê diyar kir, ji ber xiyaneta 16ê cotmehê û nemana hêzên Pêşmerge yên li navçeyê diyare û bûye sedemê rewşa ewlehiya xirab a navçeyê û ragehand: ‘’Ew valatiya ewlehiyê li sînorê Kerkûkê û cîhên din tenê dikare bi Pêşmerge bê tejî kirin. Pêşmerge hêzeke mezin û bihêz e, lê ev rewşa naha heye û eger Pêşmerge nevegere rewş jî dê herwaha xirab be û baş nabe û dê xirabtir bibe.’’
Basnews
