• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî zêdetirî milyarek dînar ji bo projeyeke Koye terxan kir

Gulan Media December 21, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî zêdetirî milyarek dînar ji bo projeyeke Koye terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo projeyeke avê ya li qezaya Koye, rizamendî li ser terxankirin û xerckirina milyarek û 112 milyon û 786 hezar dînar da.

Li gor ragihandina Fermangeha Medya û Zanyarî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirin û xerckirina milyarek û 112 milyon û 786 hezar dînar da, bi mebesta kirîn û dabînkirina pêwîstiyên projeya avê ya qezaya Koye.

Fermangeha Medya û Zanyarî destnîşan kir, terxankirina vê budceyê di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ji bo projeyên xizmetguzariyan.

 

K24

Top