• Saturday, 21 February 2026
logo

Îsraîl komên alîgirên Îranê li derdora Şamê dike armanc

Gulan Media December 20, 2022 Nûçe
Îsraîl komên alîgirên Îranê li derdora Şamê dike armanc

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, 2 çekdarên ji komên alîgirên Tehran û Hizbullaha Libnanî di mûşekbarana Îsraîlî li ser li derdora Şamê de hatine kuştin.

Ajansa “SANA” a Sûriyê ji zarê jêderekî leşkerî ragihand, Israîlê bi mûşekan êrîşeke asmanî pêk anî ku di encama êrişan de 2 leşker birîndar bûn û hin ziyanên madî derketine.

Wî jêderî got jî: “Sîstema me ya berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekan bû û hejmarek ji wan xistin xwarê.”

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, mûşekbaranê depoyeke çekan a Hizbullaha Libnanî, ku di navbera Firokexaneya Navdewletî ya Şamê û devera Seyida Zeyneb li başûrê Şamê de ye,kire armanc.

Rewangehê da zanîn jî, 2 kes di encama mûşekbaranê de hatine kuştin, bêyî ku nasname û regeza kesekî ji wan diyar bike.

Ev bombebaran piştî nêzîkî hefteyekê ji êrîşa Îsraîlê li firokexaneya leşkerî ya Şueyrat li navenda Sûriyê tê ku di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.

 

K24

Top