HSD: Di êrişa Tirkiyê de 3 welatiyan canê xwe ji dest dan
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrîşa Tirkiyê li ser gundekî Kobanî de 3 welatiyên canê xwe ji dest dan.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand ku Tirkiyê li gundewarê Kobanî êrişek pêk anî û di wê êrişê de sivîl bûne qurbanî.
HSD dibêje Tirkiyê bi êrişa dronan “komkujiyeke din li dijî sivîlan” li gundewarê Kobanî pêk anî ku di encamê de 3 welatiyan canê xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya HSDê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirk saet di 13:30an de li gundê Reqas ê navçeya Çelebiyê ya Kobanî sûcek din pêk anî ku balafireke bêmirov komeke sivîl kir hedef û di encamê de 3 welatî şehîd bûn di nav de zarokê bi navê Weysî Mihemed Weysî (12) heye.”
HSD di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava mehekê de 16 welatî li ser destê Tirkiyê canê xwe ji dest dane.
Rudaw
