• Saturday, 21 February 2026
logo

Almanya bo kontrolkirina pêla koçberan tedbîrên nû werdigre

Gulan Media December 18, 2022 Nûçe
Almanya bo kontrolkirina pêla koçberan tedbîrên nû werdigre

Wezîra Navxwe ya Almanyayê ragihand ku welatê wê bo kontrolkirina pêla koçberên ne yasayî tedbîrên nû werdigre û got: “Bo vê armancê ligel welatên cîran Austurya, Çek û Swîsreyê hevahengiyê dikin.”

Roja Şemiyê 17ê Kanûna 2022an, Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser ji medya welatê xwe re da zanîn ku bo nehêlin koçberên neyasayî bên nav welatê wan tedbîrên nû werdigrin û got: “Em li ser asta navxwe û herwiha li ser asta Ewropayê jî hinek tedbîran werdigrin û ji nêzîk ve ligel Austurya û Çekê di nav hevahenigiyê de ne û herdû welatan dest bi qayîmkirina çavdêriya sînorên xwe yên ligel Slovakyayê kirine.”

Wezîra Navxwe ya Almanyayê eşkere kir ku welatê wê bi awayekî demkî bingehekî kontrolê li ser sînorên ligel Austuryayê daniye û herwiha çavdêriya sînorên ligel Çekê jî tundir kirine.

Li gor medya Almanyayê, ji dema Nancy Faeser bûye Wezîra Navxwe ya Almanyayê di dawiya 2021an de, hejmara çûna koçberên neyasayî bo nav axa Almanyayê bi awayekî bberçav zêde bûye û tenê di Mijdara îsal de 29 hezar daxwazên mafê penaberiyê pêşkêşî hikûmeta Almanyayê hatine kirin ku ev jî hejmara herî zêde ye di dema şeş salên borî de.

Derbarê zêdebûna pêla koçberan de jî Wezîra Navxwe ya Almanyayê got: “Vê hefteyê ligel Swîsreyê li ser planeke hevbeş gehiştin rêkeftinê bo tundkirina tedbîran li beramber koçberan bi taybetî di nav trênên navbera herdû welatan de ligel dijwarkirina xalên sînorî yên navbera me.” Herwiha diyar kir ku daxwaz ji Serbia kirine proseya wergirtina vîzeya welatê xwe biguhere û her ji niha ve encama vê jî hebûye.

Ji sala 2015an ve, welatên Ewropayê rûbirûyê pêleke mezin a koçberan bûne, ev jî ji ber reva bi hezaran koçberan ji welatên xwe li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ji destê krîz, milmilane û şerên berdewam ên li wan navçeyan.

Ligel çûna koçberan ji Rojhilata Navîn, îsal ji ber şerê Ukraynayê, bi milyonan Ukraynî koçber bûne û berê xwe dane welatên Ewropayê bi taybetî Almanya. Li gor amarên dawî yên Neteweyên Yekbûyî, zêdeyî heft milyon û 800 hezar Ukraynî koçberî welatên Ewropayê bûne û di dema 10 mehên şerê Ukraynayê de, zêdeyî milyonek Ukraynî çûne Almanyayê.

 

Rudaw

Top