Parlamenterê HDPê bo Rûdawê: Vê carê Kurd dê dengê xwe nedin AKPê
Parlamenterê HDPê yê Amedê û Endamê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyê Hişyar Ozsoy ragihand ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên di meha Hezîrana 2023an de ew weke HDPê difikirin ku ji bo tûra yekemîn a hilbijartinê berbijêrê xwe nîşan bidin.
Hişyar Ozsoy, diyar kir ku ew bi hemû partiyan re li ser maseya şeş partiyan ne di nava diyalogê de ne û diyar kir ku HDP di bin navê "Tifaqa Ked û Azadiyê" rêya sêyemîn e.
Ozsoy destnîşan kir ku tifaqa Serokomar Erdogan a bi partiyên neteweperest û "antî-kurd" re nehiştiye ku ew ji pêvajoyeke nû ya çareseriyê geşbîn bin.
Ozsoy diyar kir ku berê AK Partiyê di hilbijartinan de ji Kurdan bi rêjeyeke zêde deng werdigirt, lê ew pêşbînî dike ku di hilbijartinên vê carê ev piştgirî kêm bibe.
Endamê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyê Hişyar Ozsoy di 11emîn Konferansa Salane ya Enstîtûya Lêkolînên Rojhilata Navîn a Tirkiyê li Washingtona de beşdarî kir û li wê derê bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde da.
Rûdaw: Li Tirkiyê hilbijartinên parlamento û serokomariyê nêzîk dibin, gelo berjijêrê we bi xwe yê serokomariyê dê hebe?
Hişyar Ozsoy: Niha em li ser diyarkirina namzedek ji bo gera yekem a hilbijartinan difikirin, lê ev pêvajo pir sist e. Lê belê danûstandinên destpêkê dest pê kirine û heta niha me biryar li ser berbikêr nedaye.
Rûdaw: Hevahengiya we li gel aliyên maseya şeş partiyan bi taybet bi CHPê re heye?
Hişyar Ozsoy: Ji 6 partiyên opozisyonê, danûstandinên me bi çar partiyan re hene, carinan em nêrînan ji hev re vedibêjin. Lê em bi her şeş partiyan re diyalogê nakin. Ew mijarek cûda ye, û em ne beşek ji şeş maseyê ne. Me Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir, tifaqa sêyemîn û rêya sêyemîn a siyaseta Tirkiyê ye. Em bi IYI Partî ya rastgir û neteweperest û Partiya Demokrat re diyalogê nakin, lê heta radeyekê bi yên din re diyalogê dikin.
Rûdaw: Hêviya we heye ku pêwîstiya niha ya bi piştgiriya Kurdan, Serokomar Erdogan di vê hilbijartinê de neçar bike ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavan bavêje?
Hişyar Ozsoy: Ya rastî ew e ku, hevalbendiya wî ya siyasî bi partiyên neteweperest û bi tundî li dijî Kurdan, nahêle ku em geşbîn bin ku Serokomar Erdogan dê proseya aştiyê ji nû ve bide destpêkirin, û derfetek ji bo diyaloga bi Kurdan re û çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd çêbike. Dibe ku bixwaze mîna ku dixwaze tiştekî bike, lê bi eşkereyî ne HDP û ne jî Kurd bi giştî hêviya wan nîne ku Erdogan tiştekê biguhere.
Rûdaw: Metirsiyeke we li ser wê yekê heye ku HDP beriya hilbijartinan bê girtin?
Hişyar Ozsoy: Di Doza ku li dijî HDPê hatiye vekirin de pêvajoya dadgehê hêj berdewam dike. Hikûmet dikare HDPê bigire, lê ev jî wê demê dibe biryareke siyasî. Ji ber ku dixwazin em helwesta xwe ya siyasî biguherînin. HDP were girtin jî me amadekariyên xwe ji bo bijardeyên cuda û partiyeke nû ya siyasî kiriye. Bi vî awayî di hilbijartinên pêş de em dê bibin ji yek aktorên herî girîng. Ji ber vê yekê HDP bê girtin jî em xwedî hêzeke sosyolojîk a pir xurt in ku ji bi milyonan hilbijêran pêk tê. Lewma dê nikaribin van hemû dengên HDPê bitepisînin. Dikarin weke partiyeke siyasî bigirin lê em dê weke gel, weke tevger û weke hêzeke siyasî bimînin.
Rûdaw: Helwesta we li hember êrişa leşkerî ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistan û bakurê rojhilatê Sûriyê çi ye?
Hişyar Ozsoy: Em bi tundî li dijî vê yekê ne. HDP belkî tekane partiya siyasî ye li Tirkiyê ku bi tundî hikûmetê ji ber plana wê ya leşkerî li Sûriyê rexne dike. Ev polîtîkayeke pir eşkere li dijî Kurdan e. Dewleta Tirk dixwaze her îhtîmaleke ku rê dide Kurdan bibe xwedî rêveberiyeke xweser ji holê rake. Pirsgirêka wan û bingeha polîtîkayên Tirkiyeyê jî ev e. Ji ber vê yekê Erdogan desthilatdar be yan yên din muxalefet bin, ferq nake. Di derbarê pirsgirêka Kurd de jî helwestên wan kêm-zêde wek hev in. HDPê jî berê li dijî êrîşeke bi vî rengî rawestiya. Ji ber vê yekê dema geşedaneke wiha çêdibe HDP him li Tirkiyê him jî li derve bi tundî li dij derdikeve.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ev e; Dema ku li Tirkiyê hilbijartin çêdibin, AK Partî li parêzgehên Kurdan gelek dengan distîne. Di demdekê de ku çareseriya pirsgirêka Kurd di destê AK Partiyê de ye û gelek nîgeraniyên wan ên din hene, çima Kurd dengên xwe didin vê partiyê?
Hişyar Ozsoy: Belê, helbet kurdên ku dengên xwe didin AKPê hene, her çiqas hejmara wan kêm bibe jî hene. Sedemên vê yên îdeolojîk hene, yên ku bi îdeolojiya AKPê bawer dikin jî hene. Bi giştî li Tirkiyê hê jî gelek kurd hene ku bi saziyên dewletê re têkiliya wan heye û AKP nûnertiya hikûmetê dike. Wek min di axaftina xwe de jî anî ziman, AKP ne tenê partiyeke siyasî ye. Ji ber vê yekê ew difikirîn ku gava dengê xwe didin bi rengekî xelat têne dayîn. Ev ji bo berjewendiyên wan bi AKPê re ye, lê niha AKP li parêzgehên Kurdan lawaz dibe, ez difikirim ku dê vê carê dengên Kurdan kêm bibe.
Rudaw
