• Saturday, 21 February 2026
logo

Tehran biryara derxistina Îranê ji Komîsyona Navdewletî ya Jinan şermezar dike

Gulan Media December 16, 2022 Nûçe
Tehran biryara derxistina Îranê ji Komîsyona Navdewletî ya Jinan şermezar dike

Tehran biryara derxistina Komara Îslamî ya Îranê ji  Komîsyona Navdewletî ya Mafên Jinan şermezar dike û Amerîkayê bi zextkirina li welatan tometbar dike.

Îro Pêncşemê 15ê Berfanbara 2022yan, ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Ew rêkara alîgirî ya Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, hewlek  ji bo sepandina daxwazên siyasî yên yekalî ye û paşguhkirina rêkarên hilbijartinê yên di saziyên navdewletî de ye.”

Nasir Kenanî di daxuyaniyê de ev biryar wek biryareke siyasî û neyasayî bi nav kir û diyar kir, ti rewatiya vê biryarê tune ye û dê bibe sedema dirustkirina rêyeke şaş di wê rêxistinê de.

Roja Çarşemê 14ê Berfanbara 2022yan, Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekgirtî bi piraniya dengan, Komara Îslamî ya Îranê ji Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekgirtî derxistibû.

Hat diyarkirin ku di dengdanê de 29 welatan deng dane, 8 welat red kirine û 16 welatan jî deng nedane.

Li gor raporta Navenda Mafên Mirovan a HRANA, ji 16ê Îlonê heta 25ê Mijdara 2022yan, ji ber canjidestdana Jîna Emînî ku ji aliyê Polîsa Exlaqê ya Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre canê xwe ji dest dabû, xwepêşandan li 156 bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin encamdan û ji ber karvedanên tund û teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve, 448 xwepêşander canê xwe ji dest dan, ku ji wan 63 kes zarok in.

 

Basnews

Top