• Saturday, 21 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî

Gulan Media December 16, 2022 Nûçe
Peyama Serok Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de  tekezî li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Kurdistanê de kir.

Peyama Serok Barzanî ya ji bo Cejna Rojiyên Êzî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta Cejna Rojiyên Êzî pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkeke taze ji bo aramî û bextewariya tevaya xwişk û birayên Êzidî.

Her bi vê helkefta pîroz, em tekezî li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin.

Cejna we pîroz be û bimînin bi xêr û xweşî

Mesûd Barzanî

15ê Berfanbara 2022yan

Top