• Saturday, 21 February 2026
logo

Efserekî Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

Gulan Media December 15, 2022 Nûçe
Efserekî Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

 Efserekî Tirkiye bi pileya Mulazim Ewel di operasyona li dijî PKKê de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniyê yê Tirkiye ragihand, Mulazim Ewel Tunahan Yavuz ku 5ê vê mehê di operasyona “Pence-Kilît” de di encama teqîna bombeyeke çandî de bi giranî birînda bûbû, îro li nexweşxaneyeke Enqerê canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022yan ve li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

 

K24

Top