• Saturday, 21 February 2026
logo

Duhok- Çêkirina 20 bendavên tê plankirin

Gulan Media December 15, 2022 Nûçe
Duhok- Çêkirina 20 bendavên tê plankirin

Rêveberê Avê yê parêzgeha Duhokê got, plana avakirina 20 bendavên biçûk ji bo komkirina avê li parêzgehê tê kirin.

Rêveberê Avê ya parêzgeha Duhokê Hêja Ebdulwahîd Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Plana wê yekê ye ku di sala 2023ê de 20 bendavên biçûk li parêzgeha Duhokê bên çêkirin û me ew plan ji bo pesendkirinê pêşkêşî Encûmena Wezîran kiriye.’’

Herwiha Hûja Ebdulwahîd dibêje:“Ji bo avakirina 20 bendavên biçûk li Duhok, Şêxan, Akrê, Amêdî û Sêmêlê 15 milyar dînar hatiye pêşniyarkirin.’’

 

Basnews

Top