• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Şehîd Azad Îbrahîm dike

Gulan Media December 13, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Şehîd Azad Îbrahîm dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo şehîdbûna karmendekî Asayîşa Duhokê belav kir, ku karmendê asayîşê îro di êrîşeke terorîstî ya bi ser Rêveberiya Asayîşa Rojhilatê Duhokê de şehîd bû.

Îro Duşemê 12ê Berfanbara 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de, sersaxî li kesûkar û malbata Şehîd Azad Îbrahîm kir, ku di bûyereke terorîstî ya bi ser Rêveberiya Asayîşa Rojhilatê Duhokê de şehîd bû.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi mixabinî û xemgîniyeke mezin ve, îro di encama êrîşeke terorîstî ya bo ser Asayîşa Rojhilatê Duhokê de, karmendekî wan ê bi navê Azad Îbrahîm şehîd bû. Ez sersaxî ji kesûkar û malbata cenabê wî re dixwazim û hevbeşê xemgîniya wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

 

K24

Top