Asayîşa Duhokê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Duhokê ragihand ku êrîşa li ser avahiya binkeyeke Asayişê ya li nav bajêr "êrîşeke terorîstî" ye.
Li bajarê Duhokê îro Duşemê 12ê Kanûna 2022yan çekdarekî êrîş avahiya binkeyeke Asayişê ya li nav bajêr kir û di encam de karmendekî Asayişê şehîd bû û karmendekî din jî birîndar bû.
Derbarê êrîşê de Asayîşa Duhokê daxuyaniayek da û dibêje ku êrîşeke terorîstî bû.
Di daxuyaniya Asayîşê de hatiye gotin ku “Demjimêr 12:39 nîvro, terorîstekê bi navê (L.H.C) hewl daye êrîşî ser bargeha rêveberatiya Asayîşa rojhilatê bajarê Duhokê bike, lê demilddest karmendên Asayîşê rûbirûyê wî bûne û ew kuştine.”
Asayîşa Duhokê dide zanîn ku lê di dema rûbirûbûnê de karmendekî Asayîşê Şehîd bûye û karmendek jî birîndar bûye. .
Di heman demê de Asayîşa Duhokê da xuyakirin ku dest bi lêkolînan hatiye kirin û dê encama wê bo raya giştî were eşkerekirin .
Asayîşa Duhokê herwiha dibêje: “Em welatiyên xwe piştrast dikin ku rewşa ewlehiyê di bin kontrolê de ye û em dê li hember her hewleke têkderane rawestin û em rê nadin aramiya bajarê me têk bidin.”
Li gor agahiyên Rûdawê, kesê canê xwe ji dest daye, navê wî Azad Îbrahîm e, 31 salî û xelkê gundê Bêsifkê yê ser bi Duhokê ve ye. Navê kesê ku di êrîşê de birîndar bûye jî Zîndan Mizûrî ye û li nexweşxaneyê emeliyat jê re hatiye kirin û rewşa wî ya tendirustiyê baş e.
Rudaw
