• Saturday, 21 February 2026
logo

Yûnan û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Gulan Media December 12, 2022 Nûçe
Yûnan û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Serokwezîr li gel balyozê nû yê Yûnanê civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Yûnanê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Yûnanê li Îraqê birêz Georgios Alamanos kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Yûnanê li herêma Kurdistanê birêz Stavros Crimis jî têde beşdar bû, me jiber destbikar kirina wî weke balyozê welatê xwe li Îraqê pîrozbayî li Georgios Alamanos kir û di pîwerdariya nû de û bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Yûnanê jî me jê re hêviya serkeftinê xwest.

Balyozê Yûnanê behsa têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera herêma Kurdistan û Yûnanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir bi taybetî di warên bazirganî, çandinî, torîzm û xwendinê de.

Top