• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Moskowê Korbenda Misilmanan a Navnetewî birêve diçe

Gulan Media December 11, 2022 Nûçe
Li Moskowê Korbenda Misilmanan a Navnetewî birêve diçe

18emîn Korbenda Misilmanan a Navneteweyî bi beşdarbûna dehan şand, oldar û mamosteyên olî yên ji bêtirî 30 welatan li Moskowa paytexta Rûsyayê birêve diçe.

Şandên bi dehan welatên cîhana Îslamî ji bo 18emîn Korbenda Misilmanan a Navneteweyî ya ku li Moskowê tê lidarxistin, hatine cem hev.

Di Forumê de bi giştî ji 30 welatan, rêberên olî, nûnerên civaka akademîk, kesayetên payebilind ên siyasî beşdar dibin. Rêkxerên Korbendê Rûsya, Tirkiye û Îran in.

Mijara sereke ya korbendê, ku ji bo du rojan hatiye plankirin, "Edalet û nermî: prensîbên xwedayî yên nîzama cîhanê" ye.

Sekreterê Giştî yê Korbenda Mislimanan ya Navneteweyî û Serokê Rêveberiya Olî ya Mislimanên Rûsyayê Şêx Ravîl Gaynuddîn got “Me ji vê Korbendê peymake arasteyî tevaya cîvakê kir. Divê em cîranê xwe nas bikin û rêz lê bigrin. Şer ne şêwaza îmandaran e. Me li vir bi tefsîr û şîretên xwe ve bangawaziya hevkarî û rêzgirtina li hevdû, li hemû kesan kir. Peyma me ew bû.”

Gotûbêjên sereke li ser wê yekê ne ku pêgehên Rûsya û cîhana îslamî ji bo afirandina nîzamek cîhanî ya dadwer ya pircemser yek in; û Rûsya û cîhana Îslamî divê hewldanên avakirina cîhaneke yekcemser li ser bingeha nirxên rojavayî yên lîberal qebûl nekin.

Cîgirê serokê Rêveberiya Olî ya Mislimanên Rûsyayê Îldar Elauddînov dibêje “Hin hêz hene ku nêrînê xwe ya li ser sîstema cîhanê li ser tevaya mirovan ferz dikin. Eger em bi hev re pêşî lê negrin, dê zû an dereng, ew tiştên em nikarin qebûl bikin, dê bibin normal. Îro hin jimar hatin aşkerekirin, ku nîvê dewletên Ewropî êdî zewaca hevregezî wek normal qebûl dikin.”

Zanayên îslamê hewil didin mijara  dadwerî û nermî li gorî tefsîra Îbrahîmî, bi mercên îroyîn ve biguncînin.

Berdevkê şanda zanayên dînî yên Îraqê Ebdulwehab Ehmed Samarrayî diyar kir “Welatê me hatiye armanckirin, welatên erebî û îslamî hatine armanckirin, gelek hewl didin tevliheviyê derbixin daku evan welat paşmayî bimînin û pişta xwe bi biyaniyan ve bi rojava û rojhilat ve girê bidin. Ji ber vê yekê dadperweraneyeke temam tune ye. Welatê me gavekê davêje û em bi hêvî ne di pêkanîna dadweriyê de serkeftî be, dadperweraneya temam niha tune ye, her wiha li welatên ku banga demokrastiyê dikin”

Korbenda navneteweyî bi helkefta 1400 saliya Hicreta  Pêxember Mihemmed û 1100 saliya qebûlkirina Îslamê ji aliyê gelên Rûsyayê yên Volga Bulgar ve hatiye lidarxistin. Di vê pêşangehê de ku diyemîn roja Korbendê birêve diçe, bi taybetî destkeftên mislimanên Rûsyayê têne nîşandan.

Bi fermana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo pîrozkirina ev bûyera dîrokî, di asta tevaya Rûsyaya Federal de gelek çalakiyên pîrozbahî têne rêxistin.

 

Rudaw

Top