Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurd xwedan roleke girîng bûne
Peyameke pîrozbayî pêşkêşî yekîtiya jinên Kurdistanê kir.
Îro Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî jiber 70mîn salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî tevahiya jinên Kurdistan û yekîtiya jinan kiriye û hêviya serkeftinê bo tevahiya jinên Kurdistanê jî xwestiye.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: Yekîtiya jinên Kurdistanê xwedan dîrokeke girîng û roleke bibandor di nava xebata nîştimanî û netewî ya gelê Kurd deye û yek bûye ji pêşengên xebata medenî û hertim navendeke berçav ya pêgehandina têkoşerên mezin bûye û gelek jinên Serkirde di warê xebata medenî, siyasî, perwerdehî û çandî de li Kurdistanê pêgehandiye.
Ava kirina yekîtiya jinan beriya 70 salan berhema hizra yeksanîxwazî ya Barzaniyê Nemir û PDKê bûye û belgeyeke girînge li ser bawermendiya jinên Kurd bi xwe.
Jinên Kurdistanê ev yek îsbat kirine ku, di tevahiya waran de xwedan karînin, jêhatîne lewre lazime piştîvaniyeke zêdetir ji rol û beşdariya çalak ya jinan di tevahiya waran de were kirin, jiber vê yekê jî liwir careke din piştîvaniya xwe bo yekîtiya jinên Kurdistanê diyar dikin û berevanî ji tevahiya maf û xwestekên wan jî dikin bo bihêztir kirina bingehên çanda yeksanîxwazî di nava civakeke pêşkeftî û serdemiyan de.
