• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em piştîvaniya xebata jinên Kurdistanê dikin

Gulan Media December 11, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em piştîvaniya xebata jinên Kurdistanê dikin

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî jinên Kurdistanê kir.

Bi minasebeta 70mîn salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta 70mîn salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Sekreter, mekteba Sekretariyet, civata bilind û tevahiya endamên yekîtiya jinên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê û berdewam bûnê di xebat û têkoşînê de bo berevanî kirin ji mafên jinan bo wan dixwazim.

Yekîtiya jinên Kurdistanê xwedan dîrokeke tîje ji serwerî di nava qonaxên curbicur ya xebata rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de bi taybetî di warê berevanî kirin ji mafên reva yên jinên Kurdistan, azadî û yeksaniyê de ye, xwedan roleke berçav û girînge bo pêşengî kirin di pêgehandina jinên Serkirde.

Di vê bîranîna han de birêz darî ve xebat û têkoşîna bê hempa ya yekîtiya jînên Kurdistanê bilind dinirxînin û piştîvaniya xwe jî bo xebat, kar, çalakî û berevanî kriina wan ji mafên jinan diyar dikin.

Pîroz be salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê

Cîgirê Serokê PDK

Mesrûr Barzanî

Top