• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka: Hevkariya Rûsya û Îranê di mijara çekan de xeternak dibe

Gulan Media December 10, 2022 Nûçe
Amerîka: Hevkariya Rûsya û Îranê di mijara çekan de xeternak dibe

Amerîkayê hişyarî li ser peywendiyên leşkerî yên berfireh ên di navbera Rûsya û Îranê de da û ji bo Ukrayna û welatên cîran ên Îranê wek "xeternak" bi nav kir.

Berdevkê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby roja Înê 9ê Berfanbara 2022an ragihand ku di navbera Rûsya û Îranê de pêwendiyeke bihêz di pevguhertina helîkopter, firokeyên şer û firokeyên bêfirokevan de çêbûye.

Kirby got, “Hat ragihandin ku Moskow û Tehran li Rûsyayê kompanyayeke çêkirina dronan ava dikin.” û diyar kir ku wan daxwaz ji Îranê kiriye gavekê ji bo wê armancê neavêje.

Kirby anî ziman, “Rûsya dixwaze ji bo pêşxistina çekan û perwerdekirinê bi Îranê re hevkariyê bike.”

Di dema borî de, Îran ji aliyê Amerîka û welatên din ên rojavayî ve bi wê yekê hatibû tawanbarkirin ku firokeyên bê firokevan daye Rûsyayê da ku di şerê Ukraynayê de bikar bîne. Îranê ev îdia red kir û got, beriya ku şer di 24ê Sibatê de dest pê bike, wan hejmarek firokeyên bê firokevan firotine Rûsyayê lê ew firotin ne ji bo bikaranîna di şerê Ukraynayê de bûye.

Kirby li ser peywendiyên leşkerî yên Rûsya û Îranê got, “Rûsya piştgirî û hevkariyên teknîkî yên bilind pêşkêşî Îranê dike, lewra peywendiya wan ber bi hevkariyeke leşkerî ya tam ve diçe.”

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nibenzia ragihand ku pîşesaziya leşkerî ya Rûsyayê bi rêkûpêk kar dike û pêdiviya wan bi hevkariya ti welatekî din nîne. Wî got ku tawanên li dijî Rûsya û Îranê demeke dirêj e hatine red kirin.

 

 

Top