Li Endonezyayê di kana madenê de teqîn pêk hat 9 kes mirin
Li eyaleta Sumatra ku dikeve rojavayê Endonezyayê, di encama teqîna li madeneke komirê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedaran ragehandin li bajarê Sawahlunto yê ser bi eyaletê di madeneke taybet a komirê de teqîna gaze pêk hat.
Rayedaran herwaha ragehand di bûyerê de 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 2 karker hatin rizgar kirin lêgerîna kesekî jî hîn dewam dike.
Berdevkê lêgerîn û rizgarkirinê ragehand ji ber rewşa kana madenê, tîmên wan di xebatên lêgerînê di kana madenê de zehmetî kêşane.
Basnews
