Îtaliya û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin
Serokwezîra nû ya Îtaliyayê nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê şandiye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî belav kir ku, Serokwezîra nû ya Îtaliyayê nameyek jê re şandiye û naveroka nameyê jî wisaye;
Nameya Serokwezîra nû ya Îtaliyayê birêz Xatû Georgia Miloney gehêşte me.
Serokwezîra Îtaliyayê di nameya xwe de behsa têkiliyên dostane yên di navbera Îtaliya û herêma Kurdistanê kiriye û ragihandiye ku, dîrokeke demdirêj ya wan têkiliyan heye û her du alî di rûbirû bûna astengiyên berdem asayîş û ewlekariyê de hevbeşin.
Serokwezîra Îtaliyayê xwesteke welatê xwe ya bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kiriye, bi taybetî pêşde birina têkiliyên du alî di warê bazirganî, çandiniyê û enerjiyê de.
Serokwezîra Îtaliyayê hêvî dike ku, ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bibe sedema bihêztir bûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bo gehêştin bi armancên hevbeş ku, aştî, geşe pêdan û xweşgozeraniye.
Serokwezîra Îtaliyayê di dawiya nameya xwe de nivîsandiye: Li bendê me daku, di derfeteke nêz de we bibînim û li gel we bicivim.
