Serokkomara Macaristanê serdana Tilsiqof û Elqoşê kir
Serokkomara Macaristanê piştî ku gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin, ji bo serdana her du bajarokên Tilsiqof û Elqoş ên Krîstiyanan çû parêzgeha Neynewayê.
Îro Înê 9ê Kanûna Serokkomara Macaristanê Katalin Novak bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê di merasimeke taybet de ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Piştî bêhnvedaneke kurt li hola pêşwaziyê ya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, Serokkomara Macaristanê ber bi parêzgeha Neynewayê (Mûsil) kir ji bo ku serdana du bajarokên Tilsiqof û Elqoş ên Krîstiyanan kir. Di serdanê de Wezîrê Guhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher bi Serokkomara Macaristanê Katalin Novak re çû Tilsiqof û Elqoşê.
Katalin Novak di serdana xwe ya bo bajarokê Tilsiqofê de kreşeke zarokan a bi navê Beytul Bişare vekir ku ji aliyê hikûmeta Macaristanê ve hatiye avakirin.
Di merasimê de zarokan sirûd xwendin û Serokkomara Macaristanê çû nav zarokan û şîrînayî û diyarî da wan.
Katalin Novak li Tilsiqofê herwiha serdana Dêre Mar Gorgîs jî kir. Herwiha li gel hejmarek oldarên Krîstiyan ên parêzgeha Neynewayê jî hevdîtin pêk anî.
Piştre Serokkomara Macaristanê Katalin Novak serdana bajarokê Elqoşê dike.
Katalin Novak li Elqoşê serdana Dêra Reben Hurmiz dike.
Rebenê (Rahibê) Dêra Reben Hurmiz, Denha Henna el-Rahib ragihand, Herêma Kurdistanê alîkariya Krîstiyanan dike û ewlehiya wan diparêze.
Denha Henna diyar kir, “Hêzên Pêşmerge berevanî li me kirin lewra me karî li vir bimînin”. Denha Henna got, “em nikarin bêyî Hêzên Pêşmerge li wê herêmê bimînin.”
Piştî serdana bo her du bajarokên Tilsiqof û Elqoşê, Serokkomara Macaristanê dê vegere Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Rudaw
