• Saturday, 21 February 2026
logo

Netanyahu: Gelên Îranî jêhatîne û rejîm ber bi hilweşînê ve diçe

Gulan Media December 6, 2022 Nûçe
Netanyahu: Gelên Îranî jêhatîne û rejîm ber bi hilweşînê ve diçe

Dibêje rixmî hovîtiya dijî xelkê lê rejîm tê hilweşandin.

Serokê partiya Lîkod ya Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ku eger heye dîsa bibe Serokwezîrê Îsraîlê, ragihand ku, rejîma Îranê gelek hove, bi tundî êrîşî ser welatiyên Îranê dike û hovîtiya rejîma Îranê jî bûye sedem ku, rejîm di demeke nêz de were hilweşandin.

Netanyahu eşkere kiriye ku, gelên Îranî gelek jêhatîne weke berê ji rejîmê natirsin û rixmî tundûtîjî û hovîtiya ku, dijî xelkê tê bikaranîn, lê xelk di qadan de raperîna xwe ya li dijî rejîmê didomîne û eger heye di demeke nêz de rejîma han were hilweşandin.

Weke tê zanîn duhê jî efserekî îstîxbarata Îsraîlê ragihandibû ku, eger îsal rejîm neyê hilweşandin vê di sala pêşiya me de were hilweşandin jiber ku, xwepîşandanên dijî rejîmê berdewam dibin.

Top