• Saturday, 21 February 2026
logo

Hewla zêdekirina rola Herêma Kurdistanê bo dabînkirina asayişa xwarekê li Iraqê tê dayîn

Gulan Media December 5, 2022 Nûçe
Hewla zêdekirina rola Herêma Kurdistanê bo dabînkirina asayişa xwarekê li Iraqê tê dayîn

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne li projeyasaya asayişa xwarekê li Iraqê digire, ji ber wê dixwaze bi alîkariya FAO û amadebûna pisporên navdewletî, xalên lawaz ên projeyê û rola Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariya FAO û amadebûna pisporên navdewletî li Hewlêrê komxebateke du rojan lidar dixe. Armanc jê ew e, xurtkirina xalên lawaz ên projeyasaya asayişa xwarekê li Iraqê ye.

Endama Komîteya Bilind a Nivîsandina sStratejiya Asayişa Xwarekê li Iraqê Şeyma Cemal ji K24 re ragihand, “Di wan du rojan de ji bo xurtkirina lawaziyên di projeyasaya asayişa xwarekê de dê hin pêşniyarên me hebin. Em dixwazin wan cihên ku tê de behsa Herêma Kurdistanê nayê kirin, li wê stratejiyê zêde bikin.”

Projeyasaya parastina asayişa xwarekê ya ji sala 2022 heta 2030î ve, niha li parlamentoya Iraqê ye.

Şeyma Cemal dibeje: “Di projeyasayê de çend xalên taybet bi Herêma Kurdistanê hene, wek Projeya Piştgiriya Lezgîn a Asayişa Xwarekê, ji wan jî, perê cotkaran, selikên xwarinê û piştgiriya çavkaniyên avê. Ev jî ne li gorî daxwazên Herêma Kurdistanê ye.”

Endama Komîteya Bilind a Dariştina Stratejiya Asayişa Xwarekê li Iraqê dibêje: “Ji ber hebûn samanên sirûştî yên weke ax, av û keşhewayê, Herêma Kurdistanê guncaw e ji bo ku gerentiya asayişa xwarekê li Iraqê bike.”

Her wiha pêşniyar dike ku divê zêdetir giringî bi sektora çandiniyê û wezaretên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê bê dayîn, bendavên zêdetir li Herêma Kurdistanê bên çêkirin û qerzên çandiniyê bidin cotkaran, ji bo zêdetir hilberîna navxweyî hebe. Pêşxistina sektora çandiniyê tê wateya misogerkirina asayişa xwarekê.”

 

Şeyma Cemal dibêje: “Em nikarin asayişa xurekê ya giştî dabîn bikin, ji ber ku hinek berhem li Iraq û Kurdistanê peyda nabin û ji bo dabînkirina van berheman, pêwîstiya me bi bazirganiyê bi welatên din re heye.”

 

K24

Top