• Saturday, 21 February 2026
logo

Xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine hatin xelatkirin

Gulan Media December 4, 2022 Nûçe
Xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine hatin xelatkirin

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê bi merasimeke taybet 120 xwendekarên ku îsal dersên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) li dibistanan hilbijartibûn bi tabletan xelat kir. Di merasima xelatdayînê de Tora Medyayî ya Rûdawê jî nehate jibîrkirin.

Îbrahîm Bakir û keça xwe Simbil li şûna dibistanê berê xwe dan Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO).

Odeya Bazirganiyê di destpêka dersên bijarte yên Kurdî de soz dabû ku li 120 xwendekarên ku dersên Kurdî hilbijartine û serkeftî ne, bi tabletan xelat bike. Yek ji wan xwendekarên ku tablet heq kiriye jî Simbila biçûk e. Dixwaze Kurdî weke simbilek şîn bibe û li bazarê belav bibe.

Xwendekar Simbil Bakir got “Ez dersa Kurmancî digrim. Hatim vê derê min tablet qezenç kir.”

Îbrahîm Bakir bavê Simbilê dibêje “Ez ji vê merasimê gelek kêfxweş bûm. Gelek dilxweş bûm. Zarok li dibistanê Kurmancî hîn dibin gelek kêfxweş dibim. Ez dixwazim zimanê Kurdî berfirehtir bibe, belavtir bibe û zêdetir bibe.”

Kelecana zarokan li ser dem û çavên wan diyar bû. Belkî jî cara yekemîn e ku zarok bi çalakiyeke evqas berfireh ji ber zimanê kurdî têne xelatkirin.

Xwendekar Hebûn Savûn diyar kir “Bila zimanê xwe hîn bibin, baş e. Xweş e zimanê Kurdî.”

Xwendekar Muhamed Mistefa raihand “Ji bo vê tabletê gelek spas dikim ji wan kesên ku ev organîzasyon çêkirine.

Xwendekar Argeş Yalçinkaya anî ziman “Ez li tembûrê jî dixim.Ez Kurdî jî xeber didim. Dersa Kurdî hîn dibim.”

Xwendekar Îrem Guler ragihand “Tableta min pir xweş e. Ez spas dikim.”

Xwendekar Şemsedîn Ozen got “Min tablet girt kêfa min xweş e. Kêfa min pir di cih de ye.”

Bayram Savûn bavê xwendekarekê dibêje “Herkes bila bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxive.”

Selamet Ekîncî dayika xwendekarekî diyar kir “Em dixwazin zimanê Kurdî gelek bi pêş bikeve.”

Hulya Koçer dayika xwendekarekî anî zimna“Ez gelek bi kelecan im keça min bi zimanê neteweyî mijûl dibe.”

Bavê xwendekarekî got “Eger dê û bav biaxivin zarok jî dê biaxivin, ger dê û bav bi Kurdî neaxivin ew jî naxivin.”

Di merasima xelatê de Rûdaw jî weke medyaya ku keda wê kampanyaya hilbijartina dersan de zêde bû cih girt.

Mamosteyên zimanê kurdî ku dersa bijarta ya kurmancî û zazakî li dibistanan didin jî di merasimê de amade bûn.

Mamosteyê Zimanê Kurdî Erdogan Alparslan ragihand “Ya ku bala min kişand, ji bo motîvasyona xwendekaran gelek baş bû. Xwendekaran dît ku Kurdî jî dibe zimanê bazarê û bazareke wî jî heye. Gelek kêfa wan hat.”

Sazî û dezgehên zimanê Kurdî dixwazin di serdema nû ya perwerdehiyê de ne tenê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, odeyên hemû bajarên kurdan xelatên bi vî rengî li xwendekarên kurdî belav bikin.

 

Rudaw

Top