• Saturday, 21 February 2026
logo

7 welatiyên din yên Kurd hatin revandin

Gulan Media December 3, 2022 Nûçe
7 welatiyên din yên Kurd hatin revandin

Li bajarê Tikabê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya li dijî rejîma Îranê di roja xwe ya 77an de berdewame.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, di çarçoveya xwepîşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, hêzên rejîmê jî zext û êrîşên xwe yên li ser welatî û xwepîşanderan zêdetir kirine.

Hengawê diyar kiriye ku, hêzên rejîmê prosesa girtin û revandina welatiyan bi taybetî xwepîşanderan bi berfirehî didomînin û di rojên derbasbûyî de li bajarê Tikabê ya li Rojhilatê Kurdistanê 7 welatiyên din yên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Temena welatiyên revandî di navbera 20 heta 25 salane.

Weke tê zanîn duhê jî hêzên ewlekarî yên rejîmê Fermandarekî spaha Pasdaran ku, gotibû rejîm derbarê kuştina Jîna Emînî de direvan dike, binçav kirine.
 

Top