• Saturday, 21 February 2026
logo

Biden û Macron: Em dê li Iraq û Sûriyê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê bidomînin

Gulan Media December 3, 2022 Nûçe
Biden û Macron: Em dê li Iraq û Sûriyê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê bidomînin

Serokên Amerîka û Franseyê careke din teqezî li ser "pabendbûna" xwe ji bo şerê li dijî DAIŞê yê li Iraq û Sûriyê û baştirkirina rewşa penaberên Sûriyê kirin.

Piştî civîna Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Fransayê Emmanuel Macron Koşka Spî daxuyaniyeke hevbeş belav kir û got, “Weke du endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Amerîka û Fransa pabend in ku amûr û şiyanên pêwîst ji bo şerê li dijî terorê li Iraq û Sûriyê biparêzin.”

Macron û Biden li hev kirin ku “Fransa û Amerîka dê berdewam bin ji bo baştirkirina rewşa mirovî ya tirsnak a ku gelê Sûriyê rûbirûyê ye û ji bo pêşxistina çareseriyeke mayînde û dadmend ji aloziya Sûriyê re.”

Li gorî daxuyaniyê, Serokên Fransa û Amerîkayê li ser wê yekê li hev kirin ku Washington û Parîs li gorî encamên Konferansa Bexdayê ya ku di meha Tebaxa 2021an de hatibû lidarxistin, pêwendiyên xwe bi hevkarên xwe yên li Rojhilata Navîn re berdewam bikin.

Xwepêşandan û bernameya etomî ya Îranê

Koşka Spî di daxuyaniyê de li ser xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê got, “Her du serok rêzdariya xwe ji gelê Îranê re, bi taybetî jin û ciwanan ku bi wêrekî ji bo azadiya bidestxistina maf û azadiyên xwe yên bingehîn ên mirovî xwepêşandanan dikin, nîşan dan.”

Biden û Macron "israr dikin" ku Îran tu carî nikaribe çekên etomî çêbike an bi dest bixe.

Her wiha Fransa û Amerîka “Ew bi hevkariyên din ên navneteweyî re ji bo çareserkirina pirsgirêkên etomî yên Îranê, kêmasiyên wê bi hemahengiya ligel Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê berdewam in.”

Biden û Macron her wiha li hev kirin ku bi hev re li dijî “Çalakiyên wêranker ên Îranê li Rojhilata Navîn” rawestin û “Berî her tiştî veguhestina dron û mûşekan, di serî de ji bo rêxistinên neyasayî.”

Her du serok di wê baweriyê de ne ku şandina mûşek û dron ên Îranî ji bo rêxistinên neyasayî “Dibe ku bibe metirsî li ser hevkarên girîng ên Kendavê û aramî û ewlehiya navçeyê, tevî ku beşdarî dijminatiya Rûsyayê ya li Ukraynayê dibe.”

Fransa û Amerîka gotin, “Em ê bi hevkarên xwe re kar bikin ji bo xurtkirina hevahengiyê ji bo cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên têkildar û li dijî van tevgeran.”

Koşka Spî diyar kir ku Biden û Macron, “Ji bo xurtkirina çarçoveya navneteweyî ji bo pêşîgirtina li belavbûna mûşek û dronên Îranê li hundir û derveyî herêmê bi hev re bixebitin.”

 

Rudaw

Top