Balyozê Japonê bi Kurdî peyamek belav kir
Balyozê Japonê yê li Iraqê Futoshi Matsumoto ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye, li ber kela dîrokî ya Hewlêrê bi Kurdî peyamek belav kiriye û ragihandiye, ew ji bo pêşxistina pêwendiyên navbera Kurdistan û Japonê kar dike.
Balyozê Japonê yê li Iraqê Futoshi Matsumoto li ser twitterê vidyoyeke xwe li Hewlêrê belav kiriye ku têde li "Çayxaneya Meçko" ya li ber kela dîrokî ya Hewlêrê çayê vedixwe û bi Kurdî peyamekê dide.
Futoshi Matsumoto di vê peyama xwe ya vîdyoyî de ku duh 1ê Kanûnê belav kiriye, bi zimanê Kurdî diaxive û dibêje, “Silav û rêz hemû xelkê Kurd, hûn çawan in baş in? Ez li vir im îro li Çayxaneya Meçko. Ez jî dixwazim ji bo pêşxistina pêwendiyên navbera Kurdistan û Japonê bixebitim.”
Balyozê Japonê yê li Iraqê herwiha di posteke din de dibêje, “Ez ji Çayxana Meçko ya li Hewlêrê peyama xwe ji hemû gelê Kurd ên Iraqê re dişînim. Hêvîdar im ku hûn kurdiya min fêm bikin!”
Li aliyekê din, Balyozê Japonê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn.
Futoshi Matsumoto wêneyeke xwe û Qubad Talebanî belav kiriye û ragihandiye, “Min Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî dît. Em ji axaftinên bi hev re yên li ser mijarên berfireh pir kêfxweş bûn. Hate bîra min ku hesta hevrêziyê ya Japonî dikare bandorek erênî li ser nakokiyên herêmî bike.”
Matsumoto roja 30ê Mijdarê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî civiyabû û behsa pêwendiyên nêzîk û dostane yên navbera Japon û Herêma Kurdistanê kiribûn
Balyozê Japonê derbarê wê hevdîtinê de ragihandiye, “Me li hev kir ku em têkiliyên wiha di warên cuda de, di nav de sektorên karsaziyê û perwerdehiyê bêtir pêşve bibin.”
Rudaw
