• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkiyê çiyayê Asos bombebaran kir

Gulan Media December 2, 2022 Nûçe
Tirkiyê çiyayê Asos bombebaran kir

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê, li nêzîkî gundê Gelale yê ser bi navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê, çiyayê Asos bombebaran kir û di encamê de welatiyek hat kuştin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê, ji ber bombebarana Tirkiyê ya li çiyayê Asosê, sê kes birîndar bûn, ku yek ji wan ji ber giraniya birîna xwe, canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê me ragihand, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê pênc caran bi tundî çiyayê Kêleşîn yê li sînorê gundê Zerûnî yê ser bi navçeya Mawet bombebaran kir û 4 nêçîrvan kirin armanc.

Herwiha diyar kir, di encamê de du nêçîrvan birîndar bûn û yek jî piştî birîndarbûnê canê xwe ji dest da û nêçîrvanek jî winda ye, ku hemû qurbanî ji gundê Qamîş in.

 

K24

Top