• Saturday, 21 February 2026
logo

HDP: Kengê bixwaze desthilatdariya xwe xurt bikin êrişî Kurdan dikin

Gulan Media December 1, 2022 Nûçe
HDP: Kengê bixwaze desthilatdariya xwe xurt bikin êrişî Kurdan dikin

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay derberê êrişên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku “Desthilatdariya AKP'ê di her qadê de li hemberî destkeftiyên Kurdan neyartiyeke hovane dimeşîne. AKP kengê bixwaze desthilatdariya xwe xurt bike dest bi êrişan dike.”

Berdevka HDPê Ebru Gunay li navenda giştî ya partiyê, civîna rojnamevanî li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.

Ebru Gunay bi bîr xist ku  ev 2 roj in Meclisa Partiya wan civîna xwe li dar dixe û got: “Bi taybetî derbarê polîtîkayên şer, tecrîd û hilbijartinan de nirxandinên kûr û giring hatin kirin. Îro jî MYK'ya me dê piştî van nirxandinan plansaziya dema pêşiya me bike.”

“Dema ku Kurd dibin mijar AKP êrişên hovane dike”

Gunay amaje bi wê yekê kir ku AK Partyî kengî dixwaze rojevê biguhirîne dest bi êrişan dike û got: “Hûn jî dizanin desthilatdariya AKPê di her qadê de li hemberî destkeftiyên Kurdan neyartiyeke hovane dimeşîne. Herî dawî êrişên li ser Rojava, Bakurê Suriyeyê jî dîsa neyartiya AKPê ya li hemberî Kurdan nîşan da. AKP kengî dikeve tengasiyê, kengî dixwaze rojevê biguhirîne, kengê dixwaze desthilatdariya xwe xurt bike dest bi êrişan dike. Cardin êrişek dest pê kir, ji ber ku dixwaze di van şert û mercan de desthilatiya xwe serwer bike. Em lîstikên AKPê dizanin. AKP li her derê xwe wekî aştîxwaz nîşan dide lê dema ku Kurd dibin mijar AKP êrişên hovane dimeşîne. AKP cardin kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi balefirên şer bi kuştin, bi hilweşindanê da destpêkirin. Yên ku piştgirî didin polîtikayên şer yên AKPê, di heman demê de şirîkê kampanyaya hilbijartinê ya AKPê ne.”

“CPT divê agahiyên di destê xwe de parve bike nebe şirîkê polîtîkayên AKPê”

Di berdewamiya axaftina xwe de Gunay bang li Komîteya Astenkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bêalibûna xwe biparêze û got: “Polîtîkayên şer bingeha xwe ji tecrîdê digire. Parêzerên Ocalan daxuyanî dan û şik û gumanên raya giştî zêde bûn. Di daxuyaniyê de gotin ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtina CPTê. Vê yekê şik û guman zêde kir. Em cardin bang li CPTê dikin; divê demildest agahiyên hevdîtina xwe ya dawî ya Îmraliyê bi raya giştî re parve bikin. Divê nebin şirîkê AKPê. Divê nebin şirîkê polîtîkayên şer û tecrîdê.”

“Bersiv bidin serlêdanan”

 Gunay herwiha da zanîn ku Hevseroka Giştî ya DBPê Saliha Aydenîz û , Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş bo hevdîtina Rêberê PKKê re cardin serlêdan kirine û got: “Em bangewazî li Wezareta Dadê dikin, bersiv bidin van serlêdanan û zagonên xwe bi kar binîn. Demildest malbat û parêzeran bişînin girava Îmraliyê. Ev tecrîd ji bo îktîdarê bûye nasname û riyeke sereke. Têkoşîna li hemberî tecrîdê têkoşîna li hemberî faşizmê ye. Lewma em cardin bangî raya giştî dikin ku li hemberî van polîtîkayan bertekên xwe bînin ziman.”

“Em ê partiya xwe li qadan biparêzin”

Li ser pirsa “We parêznameya xwe ya dawî da Dadgeha Makezagonê. Pêvajoyeke çawa li pêşiya we heye. Dê ev pêvajo çawa berdewam bike?” Gunay wiha got: “Ev pêvajo berdewam dike. Ji roja ewil heya niha me li her derê got, em dê partiya xwe li qadan biparêzin. Em dê parastina xwe di nav gelê xwe de di nav jinan û ciwanan de di nav civakê de mezin bikin. Fikriyata me li qadên Tirkiye û Kurdistanê mezin bûye. Ji ber vê jî li her qadê di nav gelê xwe de bi dost û hogirên xwe em ê partiya xwe biparêzin.”

Top