• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokomarê Îranê gihîşte bajarê Sineyê

Gulan Media December 1, 2022 Nûçe
Serokomarê Îranê gihîşte bajarê Sineyê

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vê sibê gihîşte parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê û dê ligel beşek ji zanayên olî û rewşenbîrên Sineyê bicive.

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand, Îbrahîm Reîsî ligel şandeke kabîneya xwe bi mebesta vekirina projeya avê ya bajarê Sineyê, vê sibê gihîşte parêzgeha Sineyê û piştî vekirina projeyê dê ligel welatiyan jî bicive.

Cîgirê Serokomarê Îranê Muhsîn Mensûrî ragihand, di vê serdana Reîsî de projeya avê ya Sineyê ku yek ji pêwîstiyên sereke yên xelkê Sineyê bû û kêşeya ava wî bajarî çareser dike, dê were vekirin, piştre Serokomar dê ligel zanayên olî û mamosteyan û rewşenbîrên parêzgeha Sineyê bicive.

Di nava 72 rojên borî de ku xwepêşandan û nîşandana nerazîbûnê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam bû, ev cara yekem e ku rayedarekî payebilind ê Îranê serdana Rojhilatê Kurdistanê dike.

 

K24

Top