Rapirsî: Çi qas ji xelkê deng nadin AKPê û HDPê?
Li gor rapirsiyekê li Tirkiyê, rêjeya wan kesên ku dibêjin “em qet dengê xwe nadin AKPê” %11 zêde bûye û gehiştiye %40.4.
Komeleya “Rapora Tirkiyê”, encamên wê rapirsiya xwe belav kirin ku li 26 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ligel 2 hezar kesan kiriye.
Di rapirsiyê de pirsa “hun qet deng nadin kîjan partiyê?” ji beşdaran hatiye kirin, %40.4ê beşdarên rapirsiyê gotine ew qet dengê xwe nadin AKPê.
Herwiha li gor wê rapirsiyê, ji sedê 24ê kesên beşdar jî gotine ku ew qet dengê xwe nadin HDPê.
Encam wiha ne:
Qet deng nadim AKPê: %40.4
Qet deng nadim HDPê: %24
Qet deng nadim CHPê: %17.4
Qet deng nadim MHPê: %4
Qet deng nadim ÎYÎ Partî: %2
Ew rêje di Sibata 2021ê de wiha bû:
Qet deng nadim AKPê: %29.3
Qet deng nadim HDPê: %39.6
Qet deng nadim CHPê: %13.9
Qet deng nadim MHPê: %6.8
Qet deng nadim ÎYÎ Partî: %0.9
Pêkanîna vê rapirsiyê di demekê de ye, biryar e di Hezîrana 2023ê de hilbijartina serokatî û Parlamentoya Tirkiyê bê kirin û tê çaverêkirin sê hevpeymaniyên serekî dengan bidest bixin: Hevpeymaniya Cumhur a AKP û MHPê, Hevpeymaniya Millet a hinek partiyên serekî yên opozisyonê wek CHP û ÎYÎ Partî û Hevpeymaniya HDPê ligel çend partiyên çep û soyalîst.
Rudaw
