• Saturday, 21 February 2026
logo

Dewleta dagirker di 24 saetan de 545 top li herêma Efrînê barandin

Gulan Media November 28, 2022 Nûçe
Dewleta dagirker di 24 saetan de 545 top li herêma Efrînê barandin

Artêşa Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de 19 gund û deverên li navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehbayê bi 545 topan topbaran kirin. Di topbarana li ser gundekî Şera de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de 7 gundên navçeya Şera, 5 gund û deverên li navçeya Şêrawa û 7 gundên kantona Şehbayê topbaran kirin.

Hemwextî topbaranê balafirên şer û keşfên biçek yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê digerîn.

Deverên ku hatine topbarankirin ev in; Şera: Keleha Şewarxa, depoyên Şewarxa, Merenaz, Elqemiyê, Tatmaraş, Malikiyê, Tinib.

Di encama topbarana li ser gundê Tinibê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Şêrawa: Meyasê, Bênê, Soxanekê, Aqîbê û Ziyaretê heta seatên sibehê hatine topbarankirin.

Şehba: Zîwan, Xirbet El Şealê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Werdiyê, Til Madîq.

Topbaranê bê navber dewam kir û bi qasî 545 guleyên tank, obîs û hawanan hatine bikaranîn.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Top