• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Îranê 500 kes hatine kuştin

Gulan Media November 26, 2022 Nûçe
Li Îranê 500 kes hatine kuştin

Zêdetir ji 18 hezar kes jî hatine girtin.

Navenda çalakvanên mafên mirovan ya Îranê yaku, bi HRANA tê nasîn raportek derbarê xwepîşandan û raperînên gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî de belav kiriye.

Li gor raporta HRANA di nava 71 rojên derbasbûyî yên xwepîşandan û raperîna li Îranê de bi giştî 500 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin ku, 63 ji wan zarokin.

Navendê diyar kiriye ku, bi giştî 18 hezar û 170 kes jî ku, 565 ji wan Xwendekarin ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

 

Top