• Saturday, 21 February 2026
logo

Birîndarek î din ê teqîna Duhokê canê xwe ji dest da

Gulan Media November 26, 2022 Nûçe
Birîndarek   î din ê teqîna Duhokê canê xwe ji dest da

Birîndarekî din ê bûyera teqîna gazê ya li Duhokê canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Mesûd Mihemed li Duhokê ragihand, birîndarekî din ê bûyera teqîna gazê ya li Duhokê yê bi navê Mihemed Mehmûd, vê sibê li nexweşxaneyeke Duhokê canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê me eşkere kir, hejmara kesên ku ji ber teqîna Duhokê canê xwe ji dest dane, bû 7 kes.

Roja 21ê Mijdara 2022yan ji ber teqîna tankeke gazê li bajarê Duhokê, çar kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn, di nava pênc rojan de sê birîndaran canê xwe ji dan û hejmara kesên ji ber wê bûyerê canê xwe ji dest dan, gihîşt 7 kesan.

Beriya niha di roja 17ê Mijdara 2022yan de ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

 

K24

Top