• Saturday, 21 February 2026
logo

Birîndarekî din ê teqîna Duhokê canê xwe ji dest da

Gulan Media November 25, 2022 Nûçe
Birîndarekî din ê teqîna Duhokê canê xwe ji dest da

Birîndarekî din ê teqîna tanka gazê ya li Duhokê canê xwe ji dest da û bi wê yekê hejmara canjidestdanên teqînê gihîşt 6 kesan û 31 kes jî birîndar in. Li gor zanyariyên Rûdawê, navê wî kesî Nêçîrvan Ebdulezîz û 25 salî ye.

Nêçîrvan Ebdulezîz ji ber ku birînên wî dijwar bûn, bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hatibû veguhastin daku li wê derê bê dermankirin, lê îro canê xwe ji dest da.

Biryar e îro termê Nêçîrvan Ebdulezîz bo Zaxoyê were vegerandin. 

Derengiya şeva Duşembê 21ê Mijdara 2022an li Taxa Girê Basê ya bajarê Duhokê tankeke gazê ya li ser banê avahiya cihê mana xwendekaran teqiyabû. Li gor amarên destpêkê di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dabûn û 33 kes jî birîndar bûbûn.

Piştre roja Sêşembê 22ê Mijdarê birîndarekî teqînê yê bi navê Kovan Mihemed Seîd canê xwe ji dest dabû û hejmara canjidestdanên bûyerê bibû 5 kes.

Bi mirina Nêçîrvan Ebdulezîz re, hejmara kesên ku di bûyera teqîna Duhokê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 6 kesan.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Duhokê, Bêwar Ebdulezîz ji Rûdawê re ragihand, “teqîn di sîstema gazê ya firinekê de çêbûye, li heman avahiyê li qata jor cihê mana xwendekaran jî hebûye.”

Piştî teqînê Parêzgarê Duhokê Elî Teter serdana cihê bûyerê kiribû û ragihandibû, karkirina bi sîstema gaza LPG li Duhokê hatiye rawestandin heta ku derbarê bûyeran û wan sîsteman de lêkolînek berfireh tê kirin.

Beriya çend rojan bûyereke teqîna tankera gaza LPG li Silêmaniyê jî çêbûbû û di wê bûyerê de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn û 12 kes jî birîndar bûbûn. Herwiha ji ber hêza teqînê avahiyeke 3 qatî ku mala welatiyekî bû, bi temamî herifîbû.

 

Rudaw

Top