• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokwezîr û Plashartd civiyan

Gulan Media November 25, 2022 Nûçe
Serokwezîr û Plashartd civiyan

Daxwaza danîna sînorê li hember êrîşên ser Kurdistanê dikin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirî li Îraqê Xatû Jeannine Hennis Plaschardt kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, guhertin û pêşhatên dawî yên li deverê û girîngiya çareser kirina bingehîn ya kêşeyên navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûr û karnameya wezarî ya hikûmeta nû kir.

Di berdewamiya civînê de me nîqaş li ser rêz girtin, parastina serweriya axa Îraq û herêma Kurdistanê û danîna sînorek bo bordiman û êrîşên li ser herêma Kurdistanê kir.

 

 

Top