• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Rojhilatê 14 zarok hatine şehîd kirin

Gulan Media November 24, 2022 Nûçe
Li Rojhilatê 14 zarok hatine şehîd kirin

Heta niha bi giştî 112 welatiyên Kurd hatine şehîdkirin.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî berdewamin û heta niha zêdetir ji 450 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve li Îranê hatine kuştin.

Derbarê amara qurbanî û şehîdên Rojhilatê Kurdistanê de jî navenda mafên mirovan ya Hengawê daxuyaniyek belav kiriye û nivîsandiye; Ji destpêka xwepîşandanan heta niha bi giştî 112 welatiyên Kurd hatine şehîd kirin, 7 ji wan jin û 14 jî zarokin.

Herwiha zêdetir ji 5  hezar welatiyên Kurd jî hatine binçavkirin ku, di nava wan de 142 jin û 95 zarok jî hene.

Top