• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî qonaxa duyem û sêyem a projeya rêya 150 metrî li Hewlêrê vedike

Gulan Media November 23, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî qonaxa duyem û sêyem a projeya rêya 150 metrî li Hewlêrê vedike

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî qonaxa duyem û sêyem a projeya rêya 150 metrî li Hewlêrê tê vekirin.

Îro Çarşemê 23ê Mijdara 2022an, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî qonaxa duyem û sêyem a projeya rêya 150 metrî li Hewlêrê tê vekirin.

Projeya riya 150 metrî, 70 kîlometro ye û li derdora Hewlêrê digere, Ew riyeke çûna bilez e û ti rawestandin tê de nîne. 

Riya 150 metrî, berdewamiya kolanên din ên giştî yên Hewlêrê ne ku ji riyên bazneyî yên wek 30 metrî, 60 metrî, 40 metrî, 100 metrî û 120 metrî pêk tê.

Bi temambûna projeya riya 150 a Hewlêrê, gelek qerebalixî li nava bajarê Hewlêrê kêm dibe.

 

K24

Top