• Saturday, 21 February 2026
logo

Oldarên Kurd daxwaza referandûmê li Rojhilatê dikin

Gulan Media November 23, 2022 Nûçe
Oldarên Kurd daxwaza referandûmê li Rojhilatê dikin

Daxuyaniyeke hevbeş dane çepemeniyê.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma Îranê berdewame û her diçe zêdetir dibe.

Di vê çarçoveyê de îro sêşem hêjmareke gelek zêde ji oldar û mamosteyên olî yên sune li Rojhilatê Kurdistanê civîneke berfire lidar xistin û di civîna xwe de nîqaş li ser rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin.

Di civînê de giftûgo li ser daxwazên xelkê û bersifa rejîmê li hember daxwazên xelkê hatiye kirin û mele û oldar gehêştine vê biryarê daku, daxwaza referandûmeke azad bi çavdêriya oldarên welatên din û Netewên Yekgirtî dikin.

Ev meleyên han eşkere kirine ku, ev weke mele û oldarên sune û Kurd rêya yekane ya derbas kirina ev qirîza han lidar xistine referandûmê ye.

Top