• Saturday, 21 February 2026
logo

Sûdanî: Em êrîş û destdirêjiyên welatên cîran red dikin

Gulan Media November 23, 2022 Nûçe
Sûdanî: Em êrîş û destdirêjiyên welatên cîran red dikin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, ew êrîş û destdirêjiyên welatên cîran (Tirkiye û Îran) red dikin.

Mihemed Şiya Sûdanî îro Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di çend rojên bê de Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê dê derbarê êrîşan de bicive.

Sûdanî herwiha got: “Êrîş bêyî destûr hatine kirin û em ji binî ve destdirêjiyan red dikin, çi Îran be, çi jî Tirkiye be.”

Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê di çend rojan de bicive û wan daxwaza lêkolînê kirine li ser hebûna hêzên fermî yên Iraqê li sînor, ku astengî hene û divê derbas bibin, da ku biryar were cîbicîkirin û hêz li wan deveran werin belavkirin.

Duh Komara Îslamî ya Îranê bi rêya dron û mûşekan, çend kampên niştecîbûn û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin armanc.

Li gor amarên herî dawî, di encama êrîşa Îranê de pêşmergeyekî  Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê Behzad şehîd bû.

Top