• Saturday, 21 February 2026
logo

Efserekî payebilind û 2 polîs di teqîna Duhokê de şehîd bûn

Gulan Media November 22, 2022 Nûçe
Efserekî payebilind û 2 polîs di teqîna Duhokê de şehîd bûn

Cîgirê Rêveberê Polîsê Hawarçûnê yê Duhokê û polîsek di teqîna Duhokê de canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, Cîgirê Rêveberê Polîsê Hawarçûnê yê Duhokê Raîd Elî Berwarî û polîsekî bi navê Xefûr Umer Dêrgijnîkî, di dema alîkarîkirina xwendekarên beşa navxwe ya teqînê de şehîd bûn.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber teqîna tanka gazê li bajarê Duhokê, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 33 kesên din birîndar bûn.

K24

Top