• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî li ser teqîna Duhokê: Dubarebûna teqîna gazê metirsiyeke cidî ye

Gulan Media November 22, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî li ser teqîna Duhokê: Dubarebûna teqîna gazê metirsiyeke cidî ye

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê teqîna şeva bihorî ya li Duhokê peyamek belav kir û ragihand, “Dubarebûna teqîna gazê cihê nîgeranî û metirsiyeke cidî ye, divê dezgehên pêwendîdar di zûtirîn dem de bi cidî li ser vê mijarê bisekinin û baştir çavdêriya sîstema gazê û çawaniya bikaranîna wê bikin.”

Şeva bihorî ji ber teqîna di sîstema gazê ya avahiyekê de li bajarê Duhokê, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 34 kes jî birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwaze û dibêje, ew amade ne bi her awayî alîkariya birîndarên bûyerê bikin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên bûyera dilşewat a teqîna şevê din a li Duhokê dikim ku sedema xemeke mezin e, dil û hestên min ligel wan e û ez şirîkê êş û xema wan im. Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku rihê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê bide malbat û kesûkarên wan, herwiha hêviya başbûnê û şîfaya bilez bo birîndaran dixwazim, em ji bo her alîkariyeke pêwîst ji bo çareserkirina wan amade ne.”

Beriya çend rojan bûyereke teqîna tankera gaza LPG li Silêmaniyê jî çêbûbû û di wê bûyerê de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn û 12 kes jî birîndar bûbûn. Herwiha ji ber hêza teqînê avahiyeke 3 qatî ku mala welatiyekî bû, bi temamî herifîbû.

Serokê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji dubarebûna bûyerên teqîna gazê li Herêma Kurdistanê tîne ziman û daxwaz dike, ji bo rê li wan bûyeran bê girtin, divê rêkar û tedbîrên baştir bên wergirtin.

Li ser vê yekê Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: “Dubarebûna teqîna gazê, cihê nîgeranî û metrisiyeke cidî ye û divê aliyên pêwendîdar bi zûtirîn dem bi cidî li ser vê mijarê rawestin û bi awayekî baştir çavdêriya sîstema gazê û awayê bikaranîna wê bikin û rêkarên baştir yên silametiyê hebin daku rê li çêbûna bûyerên wisa dilşewat bê girtin.”

 

Rudaw

Top