Daxuyaniya Erdogan a derbarê êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di dema vegera ji merasîma vekirina Kûpaya Cîhanê ji rojnamevanan re ragihand ku operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dê tenê bi êrîşa esmanî sînordar nemîne. Her wiha Erdogan gazinên xwe li Rûsyayê kirin.
Recep Tayyip Erdogan îro Duşemê 21ê Mijdara 2022ê di vegera xwe ya ji Qatarê de di nav firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan li ser pirsa derbarê operasyona Pence-Şûr de ku artêşa Tirkiyê bo ser çend navçeyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê doh 20ê Mijdarê daye destpêkirin got: “Ji bo jinavbirina rêxistinên terorê em dê operasyonên xwe tenê bi operasyonên esmanî sînordar nekin û berdewam bin li ser tevgera xwe.”
Erdogan dibêje wan derbarê operasyona Pence-Şûr de ne ligel Serokê Rûsya Putîn û ne jî ligel Serokê Amerikayê Biden ti hevdîtin nekirine û biryara operasyonê ew dikarin bi xwe bidin.
Erdogan li ser pirsa “Tê îdîakirin ku Rûsya herêmên di kontrola xwe de bo artêşa Tirkiyê vekirine. Eger ev rast be, tê wateya ku Moskowa û Enqere bi hevre tevdigerin. Ev hevkarî dê bandoreke çawa li herêmê bike?” got: “Ligel Rûsyayê peymana me ya Soçi heye ku me di sala 2019an de îmze kiribû. Berpirsiyartiya wan heye terorîstan ji herêmê derxin. Lê mixabin ligel ku me çend caran anî bîra wan jî ev yek nekirin û nikarin bikin. Me jî ji wan re got em dijî vê yekê bêdeng namînin û emê gavan bavêjin. Doh jî di vê çarçoveyê de li Kobanî me 12 pêgehên terorîstan kirin armanc. Me tişta pêwîst kir.”
Doh Yekşemê 20ê Mijdara 2022ê firokeyên şer F-16 ên artêşa Tirkiyê gelek navçe li Rojava û Başûrê Kurdistanê kiribûn armanc û li Rojavayê Kurdistanê sîvîl jî di nav de 29 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Rudaw
