• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîkayê êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Gulan Media November 21, 2022 Nûçe
Amerîkayê êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn êrîşa şeva borî ya Pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn General Michael Eric Kerala di tweetek de ragihand, “Em êrîşa îro danê sibê ya Îranê ya bi mûşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

General Michael Eric Kerala, êrişên Îranê bi neyasayî bi nav kir û got, ev êrîş jiyana welatiyên Iraqê dixe metirsiyê û serweriya Iraqê binpê dike.

Her wiha got: “Êrîşên bi vî rengî aramiya Iraq û Rojhilata Navîn dixe metirsiyê.”

Îro berbanga 21ê Mijdara 2022an Kelha Demokrat li Koye, baregehên Komeleya Zehmetkêşan li Banegewr û Zirgiwêzê û kampên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bajarokê Behrikê yê li parêzgeha Hewlêrê hatin bombebarankirin.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Elî Budaxî ji K24ê re ragihand, pêşmergeyekî bi navê Behzad di encama bombebarana Îranê de li navçeya Koyê şehîd bûye.

Ev êrîş piştî wê yekê tên ku roja 14ê Mijdara 2022an, Îranê êrişî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêzê yê Silêmaniyê kirin, di encamê de jî 2 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

 

Basnews

Top