• Saturday, 21 February 2026
logo

HSDê derbarê êrîşên Tirkiyê de daxuyanî da: 30 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media November 20, 2022 Nûçe
HSDê derbarê êrîşên Tirkiyê de daxuyanî da: 30 kesan canê xwe ji dest dan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û ragihand, di êrîşan de heta niha 30 kesan canê xwe ji dest dane, ku 15 ji xelkê sivîl, karmend û şervan in û 15 kes jî leşkerên artêşa Sûriyê ne.

Artêşa Tirkiyê şevê din operasyoneke nû ya esmanî bo ser hin navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Pence Şûr” dest pê kir û firokeyên şer ên Tirkiyê li her du aliyan gelek cih bombebaran kirin.

Fermandariya Giştî ya HSDê derbarên êrîşên esmanî yên bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola xwe de dibêje, Tirkiyê demek dirêj bû ku amadekariyên êrîşeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikir û bi taybet jî teqîna wê dawiyê ya li Stenbolê ji xwe re kir hincet daku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Li ser bingehê van amadekariyan di roja 19’ê Mijdarê de bi şev seat di 12:00’an de êrîşeke hewayî ya berfireh û hovane pêk anîn. Di vê êrîşê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanî, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin. Êrîşên hewayî heya danê sibê bi navber berdewam kir.”

 

Rudaw

Top