• Saturday, 21 February 2026
logo

Dagirkeriya Tirk li Dêrikê komkujî pêk anî: 9 şehîd, 3 birîndar

Gulan Media November 20, 2022 Nûçe
Dagirkeriya Tirk li Dêrikê komkujî pêk anî: 9 şehîd, 3 birîndar

Di bombebaranên ku şevê din balafirên dewleta Tirk a dagirker li Dêrîkê dijî welatiyan pêk anîn de, 9 kes şehîd, 3 kes jî birîndar bûn. Di nava şehîdan de peyamnêrê ajansa me Îsam Ebdullah jî heye.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker şevê din herêmên Kobanê, Şehba, Zirganê û Dêrikê bombebaran kirin. Di êrîşa li Dêrîkê de li gundê Teqil Betil wesayitek hat hedefgirtin.

Di vê êrîşê de 2 kes şehîd bûn. Piştî êrîşê welatiyan xwestin biçin cihê bombebaranê û birîndaran rakin. Lê balafirên dagirkeran vê carê jî welatî bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de 7 welatî şehîd û 3 kes jî birîndar bûn. Di nava şehîdan de peyamnêrê ajansa me Îsam Ebdullah jî heye.

 

Ji anhayê hatiye wergirtin

Top