• Saturday, 21 February 2026
logo

Mîrê Êzdiyan daxwaza cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê li Papayê Vatîkanê dike

Gulan Media November 20, 2022 Nûçe
Mîrê Êzdiyan daxwaza cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê li Papayê Vatîkanê dike

Şandeyekî Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan bi serokatiya Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg serdana Roma kir û li gel Papayê Vatîkanê civiya. Yek ji endamê şandeyê jî Mîr Dasin Faruq Beg bû vê derbarê de hevpeyvînekî li gel BasNewsê de zanyariyên derbarê vê serdanê de ji BasNewsê re aşkera kir.

Mîr Dasin Faruq Beg ji BasNewsê re ragehand: Mîrê Êzdiyan di civîna li gel Papayê Vatîkanê de behsa rewşa xirab a Şingalê kir û daxwaz kir çareseriyek ji bo Êzdiyan bê dîtin û koçber vegerin bo Şingalê û rêkeftina asayî kirina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye îmza kirin bê cîhbicîh kirin. Herwaha jê re got, koçberên din ên parêzgehên Iraqê vegeriyan ser mal û halên xwe, tenê koçberên Şingalê di kampa de mane û ji ber rewşa xirab a Şingalê newêrin vegerin ser mal û halên xwe. Ji ber ti avadaniyek û xizmetguzariyek li Şingalê tine. Herwaha daxwaz ji Papayê Vatîkanê kir, dengê Êzdiyan bigehîne cîhanê, ku koçber vegerin û rewşa Şingalê bê çareser kirin.

Mîr Dasin Faruq Beg got: ‘’Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg behsa rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir, bi taybet derbarê dosya rizgar kirina revandiyên Êzdî de û herwaha behsa rola Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ofîsa taybet a rizgarkiriyan kir û heta naha zêdetir ji 3 hezar û 562 revandî hatine rizgar kirin. Herwaha Serokê Hikûmetê piştevanî li hemû pêkhate û pêkvejiyanê dike. Mîr Hazim pir bi giringî ve behsa rola hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku bi hemû awayekî piştevaniyê li Êzdiyan dike.’’

Mîr Dasin Faruq ragehand: ‘’Mîr Hazim Mîr Tehsînn Beg ji Papayê Vatîkanê re got, em dixwazin rêkeftina asayî kirina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê îmza kirine bê cîhbicîh kirin. Ji ber ew rêkeftin dibe hêvinê aramiyê ji bo Şingalê û xelkê wê jî dikare vegerin ser mal û halên xwe û herwaha behsa wê jenosîdê kir, ku di sala 2014ê de li ser destê terorîstên DAIŞê ya dijî Êzdiyan hate cîhbicîh kirin û daxwaz ji Papayê Vatîkanê kir, kar li ser pirsa jenosîda Êzdiyan bê kirin. ''

 

Basnews

Top