• Saturday, 21 February 2026
logo

Neteweyên Yekbûyî banga berdana xwepêşanderan li Îranê kir

Gulan Media November 19, 2022 Nûçe
Neteweyên Yekbûyî banga berdana xwepêşanderan li Îranê kir

 Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Îranê kir ku kesên ku ji ber beşdarbûna xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin berde û reftarên hêzên ewlehiyê yên li hember xwepêşanderan jî şermezar kir.

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq roja Înê li New Yorkê di konferanseke rojnamevanî de got, “Em ji zêdebûna tundûtûjiya di xwepêşandanên girseyî yên Îranê de pir nîgeran in. Em her bûyerek ku bibe sedema mirin û birîndarbûnê şermezar dikin.”

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li rayedarên Îranê kir ku bersivê bidin “daxwazên rewa” yên xelkê û bilez “bi hezaran kesên ku ji ber beşdarbûna xwepêşandanên aştiyane hatine girtin azad bikin.”

Ferhan Heq teqez kir ku divê desthilat rêzê li erkên xwe yên li gorî yasayên navdewletî yên mafên mirovan bigirin, bi taybetî mafên mirovan yên girêdayî jinan û mafê xwepêşandanên aştiyane û azadiya raderbirînê.

Piştî ku roja 16ê Îlonê keça Kurd a ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi îşkenceyê hate kuştin, li hundir û derveyî Îranê xwepêşandan dest pê kirin.

Li gorî çalakvanên mafên mirovan ên Îranê, ji destpêka xwepêşandanan heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 402 kes hatine kuştin û 16 hezar û 813 kes jî hatine girtin.

Top